• DOLAR 32.677
  • EURO 35.23
  • ALTIN 2442.759
  • ...
Berxwedêrên Filistînî di nav 24 seatan de 22 çalakîyan lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî rapora ku ji teref Navenda Agahîya Filistînê ve hatîye amadekirin û weşandin, di nav 24 seatên dawîn de bi tevî astengkirina êrîşan û çalakîyên bi çekan 22 çalakîyên berxwedanê hatine bidestxistin.

Dema ku îşxalkerên sîyonîst li bajara Cenînê êrîş lidarxistin, ji teref berxwedêran ve ji wan re gule hatin reşandin û ew balafireke bêînsan xistin xwarê.

Berxwedêrên Filisînî yên ku êrîşên cihûyîyên îşxalkeran asteng dikin; li dijî sîyonîstên ku cîhên kontrolê danîne an jî êrîşê bajarên Ramallah, El Xelîl, Nablus, Kalkîlya, Tulkerem û Cenînê kirin 13 çalakîyan lidarxistin.

Xeyn ji van agahîyan cihûyîyeke îşxalker li bajaroka El-Fundaya Kalkîlyayê ji teref berxwedêran ve hat birîndarkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir