Neyarê Îslamê Momîka, ji bona ku cardin Quranê bişewitîne serlêdana polês kir

Salvan Momîkayê ku bi êrîşên li dijî Qurana Pîroz bertekên mezin û nifretê li ser xwe dikşîne, ji bona ku êrîşên wek vana cardin bi kar bîne 12 serlêdanên nû kir.

Ekleme: 23.08.2023 11:20:29 / Güncelleme: 23.08.2023 11:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya Swêdê Salvan Momîkayê welatîyê Iraqê, ji bona ku di nav 3 hefteyên li pêşîya me de Qurana Pîroz li Stockholm, Malmö û Örebroyê bişewitîne 12 caran serlêdanê polêsan kirîye.

Hat dîyarkirin ku van serlêdanan nû hatine kirin lê hêna jî meqamên Swêdê ji vê serlêdanê re onayê nedane. Polêsê Swêdê, ji êrîşên ewakî re, xwe li paş sefseteyên azadîya fikrê distirînin û berê vê serlêdanê jî çend caran îznê dabû. (ÎLKHA)