Li Mekkeyê firtûne û baraneke tund tesîrdar bûn

Piştî baran û firtûneya tund a ku li Mekkeyê tesîrdar bûn kolan û cedde di bin avê de man, însanan jî di meşandinê de zehmetîyê kişandin.

Ekleme: 23.08.2023 10:15:30 / Güncelleme: 23.08.2023 10:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Mekke-î Mikerremeyê ku germahîya havînê tesîrdare, baran û firtûneya ku tesîrdar bû, mirovan heyrî hêşt.

Hinek kolan û cedde di bin avê de man û hinek wesayît jî di avê de asê man. Mirovên ku li Qebeyê tewafê dikirin jî hewayeke hênik jîyankirin.

Li Mekke-î Mikerremeyê ku bi tevî baranê firtûne jî tesîrdar bû, hat dîtin ku însanan di meşandinê de zehmetîyê dikşînin û bi erdê ve kaş dibin.

Brûskên ku li asîmanên Mekkeyê xuya bûn û li erdê ketin jî dîmenên xweş nîşan dan. Ji brûskan yek jî li quleya seatê ya ku navdar e ket û wê demê jî bi qemerayan ve hat dîtin. (ÎLKHA)