Li Haîtîyê bûyerên şîdetê zêde bûn

Li Haîtîya welatê Nîvgiravê berîya bûyerên şîddetê ên ku çeteyan dibin sedem nayê girtin.

Ekleme: 21.08.2023 14:40:30 / Güncelleme: 21.08.2023 14:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Portau Prînce ya Paytexta Haîtîyê di encama pevçûnên ku vê hefteyê pêk hatin de 30 kesan mirin, ji dehan zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin de hat daxuyandin ku ji serê salê vir ve bi sedan mirov mirine.

Berdevka Ofîsa Mafên Însan Yê Neteweyên Yekbûyî Ravîna Şhamdasanî li Cenevreyê di roportaja ku ji rojnamegeran re da de weha got, “Îsal di navbera 1ê Çilayê û 15ê Tebaxê de herî kêm 2 hezar û 439 kesan mirin û 902 kesan jî birîndar bûn.”

Ravîna Şhamdasanî di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku di nav heman pêvajoyê de 951 kesan jî hatin revandin û axavtin xwe weha zêde kir, “Ji 24ê Nîsanê heta nav Tebaxê ji 350 kesan zêdetir mirov ji teref xelkê mehellî û komên neqanûnî ve hatin lînçkirin.”

Çeteyan ji sedî 80 welat tesîrdar in, li welat di serê sûcan de jî revandina mêran, dizîya wesayîtan, tecawûz û xespên bi çekdar hene.

Kuştina Serokê Dewletê Jovenel Moîse a di sala 2021an de, li welat bû sedema qewet girtina çeteyan.

Hêzên ewlehî ya welat jî ji ber pirsgirêka serokatîyê li hember bûyerên şîdetê bêerk dimînin. (ÎLKHA)