Li Dîyarbekirê di encama şerê çekdarî de 10 kes hatin binçavkirin

Di bûyera ku li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê 1 kes mir û 22 kes jî birîndar bûn de 10 şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 21.08.2023 13:55:27 / Güncelleme: 21.08.2023 13:55:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh xizmên ku li ser mijara revandinê li hev nekirin, li navçeya Bismilê li Kolana 1013an a Taxa Tekelê di xwarina aştiyê de hatin cem hev.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin endamên 4 malbatên ku roja Îna borî şer kiribûn, piştî nîqaşa devkî ya di şîvê de bi çek û daran êrîşî hev kirin.

Di şer de ku çekên pompe jî hatin bikaranîn de 1 kes canê xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn.

Piştî pevçûnê polîsan 10 şikdar binçav kirin.

Tehqîqata derheqê vê dozê de hêna jî didome. (ÎLKHA)