Li Dîyarbekirê şerê bi çek: 1 mirî 24 birîndar

Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di navbera 3 malbatan de bi dar û çekan şer derket, di encama bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da 24 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 21.08.2023 10:05:41 / Güncelleme: 21.08.2023 10:05:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di derdorê seat 14.30an de li Kolana 1013em a Taxa Tekela navçeya Bismilê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di navbera 3 malbatên ku ji berê ve navbera wan de neyartî hebûye û roja îna borî jî li hev xistine bi dar û çekan şer derket.

Di şerê kû tiving jî hatin bikaranîtin de, li ser xeberdayînê ji herêmê gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di şerê de li gorî diyarîyên ewil kesekî canê xwe ji dest da, 18 kesan bi çekan, 6 kesan bi daran birîndar bûn.

Hat hînbûn rewşa hinek birîndaran giran e, 12 ji wan jî ji nexeşxaneyên li Dîyarbekirê re hatine sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku polês, piştî bûyerê çend kesan binçav kir û derheqê bûyerê de tehqîqat hatîye destpêkirin.

Polês li nexweşxwaneyan jî ewlehîyeke mezin girtîye. (ÎLKHA)