Li Yozgatê otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû: 12 mirî, 19 birîndar

Li navçeya Sorguna Yozgatê otobûs li şerempolê gêr bû, di encama qezayê de 12 kesan canê xwe ji dest dan, 19 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 21.08.2023 09:50:37 / Güncelleme: 21.08.2023 09:50:37 / Xeberen Kurdi / Yozgat Haberleri
Destek için 

Otobûsa rêwîyan a ku ji Sêwasê diçû Stenbolê, li nêzê Çarrêya Mukremîna navçeya Sorguna Yozgatê ji kontrolê derket û li şerempolê gêr bû.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên polês, cenderme, AFAD û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 12 kesan canê xwe ji dest dan, 19 kesan jî birîndar bûn. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Sorgunê re hatin rakirin.

Walîyê Yozgatê Ahmet Alî Ozkan, di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Em wisa difikirin ku qeza ji ber bêdiqetîyê pêk hatibe.”

Walî Ozkan weha got: “Mixabin em li hember qezayeke xemgînî re dûbirû ne. Li gorî diyarîyên ewil otobûseke me ya aîdê fîrmayekî û ji Sêwasê diçû Stenbolê ji rêya berevajî derbasî bûye û li şerempolê gêr bûye. Mixabin hevalên me yên ku canê xwe ji dest dane û birîndar bûne hene. Hevalên me ji serê bûyerê heta niha li vê derê li cem me ne. Welatîyên me yên ku canê xwe ji dest dane ji li vê derê hatine birin. Birîndarên me jî ji nexweşxaneyên Sorgun û Yozgatê re hatine sewqkkirin. Yanê em wisa difikirin ku qeza ji ber bêdîqetîyê pêk hatîye. Ew ê di tehqîqatan de rewş zelal bibe.”

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç jî li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî derheqê bûyerê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew derheqê bûyerê de tehqîqatê dane destpêkirin.

Yilmaz weha got:

“Di encama otobûsa ku ji Sêwasê diçû Stendolê li navçeya Sorguna Yozgatê ji kontrolê deketîye û li şerempolê gêr bûye de ji welatîyên xwe yên ku canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji bo xizmên wan jî sersaxîyê xwe dişînim. Ji welatîyên me yên ku di qezayê de birîndar bûne re jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim. Derheqê bûyerê de tehqîqat hatîye destpêkirin.” (ÎLKHA)