Neteweyên Yekbûyî fealîyetên xwe yên li Yemenê sînordar kir

Programa Xurekê ya Cîhanê yê Neteweyên Yekbûyî bi daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê ji ber problema maddî ji dawîya Îlonê pêve fealîyetên xwe yên li Yemenê sînordar bikin.

Ekleme: 19.08.2023 11:25:30 / Güncelleme: 19.08.2023 11:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya nivîskî ya ku li ser malpera Programa Xurekê ya Cîhanê yê Neteweyên Yekbûyî hat belavkirin ger ji bo xebat û fealîyetên li Yemenê fînansmanê lazim neyê dîtin ew ê problemên cîddî li Yemenê rû bidin û ji ber vê yekê ew ê ji naçarî di warê kirina alîkarîyê de hinek gavên nû bavêjin û ew ê xebatên xwe sînordar bikin.

Li gorî daxuyanîyê ew ê sînordarkirin ji dawîya Îlonê ve dest pê bike û ew ê gelek bername û fealîyetên li Yemenê ji vê yekê tesîrdar bibin.(ÎLKHA)