Rayedarên aborî ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê bi karsazên MUSÎADê re hatin cem hev

Alîkarê Serokwezîrê Mesulên ji Karên Aborî ya Emîrîya Îslamî ya Efxenistanê Abdulganî Baradar Akhund, bi rayedarên Komeleya Karsazan û Senayîvanên Mustakîlê re hat cem hev.

Ekleme: 15.08.2023 17:55:04 / Güncelleme: 15.08.2023 17:55:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku li ser hesaba medyaya civakî ya Akhund hat belavkirin bi Serokê Giştî yê MUSÎADê Mahmut Asmali û Karsazên Tirkîyeyî û Efxenî re civînek hat ldarxistin.

Akhund di civînê de, veberdêrên Tirkîyeyî ji bo li welatê wî razemenîyê bikin dawetî kir, wî îfade kir ku li Efxenistanê di çarçoveya razemenîyê de tesîsan çêkirine û divê veberdêran ji vê firsedê îstîfadeyê bikin û ew ê ji wan re hevkarîyeke tam û destekê bidin.

Asmali jî destnîşan kir ku ew veberdêrên Tirkîyê ji bona ku li Efxenistanê razemenîyê bikin teşwîqan dikin û ew dixwazin ku ji firsedên razemenî ya li Efxenistanê îstîfade bikin. (ÎLKHA)