Pêla germê îro dest pê dike

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê diyar kir ku pêla germê ya ku wê nêzî hefteyekê bidome ew ê ji îro pê ve dest pê bike.

Ekleme: 13.08.2023 13:30:34 / Güncelleme: 13.08.2023 13:30:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tê texmînkirin ku pêla germê ya li herêmên rojhilat û başûrê rojhilatê welat ji îro pê ve bandora xwe zêde bike û li herêmên din jî bi bandor be.

Tê texmînkirin ku di hefteya pêş da germahiya hewayê li Egeya Navxweyî, Behra Spî, Anatoliya Navîn, navenda Behra Reş a Rojava, Behra Reş a Navîn û Rojhilat û Rojhilatê wê di ser asta demsalê da 6 heta 10 pile be.

Tê texmînkirin ku di rojên pêş de herî zêde germahiya hewayê ya rojane li hinek bajaran di rêzên jêrîn de be.

Meletî: 40-43

Xarpêt: 40-41

Dêrsîm: 40-41

Çewliq: 38-40

Mûş: 38-39

Colemêrg: 34-37

Dîyarbekir: 43-44

Entab: 39-43

Semsûr: 39-44

Riha: 41-45

Êlih: 43-45

Şirnex: 39-40

Kîlîs: 42-46

Enqere: 33-38

Stenbol: 28-29

Îzmîr: 32-34

Qeyserî: 37-40

Edene: 38-45

Mêrsîn: 36-43

Xetay: 36-42

Mereş: 38-45

Kinikan: 38-45

Qonye: 38-40

Eskîşehîr: 37-41

Qiriqqale: 39-41

Bolû: 34-38

Qarabûk: 37-40

Amasya: 35-38

Hat diyarkirın ku welatî bi taybet kesên ku ji ber pêla germê nexweşiyên wan ên kronîk hene, kal û pîr û zarok divê di navbera saet 11:00 û 16:00an de ku saetên herî germ ên rojê ye, baldar û hişyar bin. (ÎLKHA)