Di erdhejên li Meletiyê de 16 kes rakirin nexweşxaneyê

Di erdhejên bi lerza 4,8 û 4,5an ku li navçeya Yeşîlyurtê ya navendê pêk hat de 16 kes di encama panîkê de ketin û xwe ji bilindahiyê avêtin, birîndar bûn û wan rakirin nexweşxaneyan.

Ekleme: 13.08.2023 10:55:35 / Güncelleme: 13.08.2023 10:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî erdheja bi lerza 5,3 ya ku 2 roj berê li taxa Yeşîlyurtê pêk hat, erdhej dewam dikin.

Doh 3 erdhejên bi pileya 4.8, 4.5 û 4.2 pêk hatin.

Di erdhejên ku yek li pey hev qewimîn de 16 kes ji deverên curbecur di encama panîkê de birîndar bûn û ketin û xwe ji bilindahiyê avêtin.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr û hatin dermankirin.

Piştî erdhejan xelkê nerehet herikîn kuçe, cede û parkan. (ÎLKHA)