Li Bangladeşê hejmarê mirîyan derket 57an

Li Bangladeşê di encama lehîya ku ji ber baranên musonê pêk hat de hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 57 kesan.

Ekleme: 13.08.2023 10:35:36 / Güncelleme: 13.08.2023 10:35:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hejmarê mirîyên ji ber lehîyê a li Bangladeşê, li çar alîyê welat bi tevahî derket 57an.

Pisporên meteorolojîyê, diyar kirin ku wê 2 roj jî baran bidomîn û ew derheqê rabûna çem û avan de hişyarîyan dan.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Bireveberîya Afet a Bangladeşê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku ji ber barîna baranên musonê lehî pêk hatin û di encama wan lehîyan de jî 1 milyon mirov bi xerabî tesîrdar bûn.

Gelek erd û bi sedan xanî ji ber lehîyan zerarê dîtin.

Li herêmên ku lehî pêk hatin de xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin. (ÎLKHA)