Li Filistînê çalakîyên berxwedanê berdewam dikin

Berxwedêrên Filistînî di 24 seatên dawî de li Quds û Şerîaya Rojava li dijî siyonistên îşxalker 18 çalakîyên berxwedanê li dar xistin.

Ekleme: 12.08.2023 16:05:30 / Güncelleme: 12.08.2023 16:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Digel temamê zext, zordarî û zilmê ku ji teref îşxalkeran ve tên kirin berxwedêrên Filistînî çalakîyên xwe yên berxwedanê didomînin.

Li gorî rapora ku ji teref Moatîyê Navenda Agahîyê ya Filistînê ve hatiye amadekirin, berxwedêrên Filistînî di 24 seatên dawî de li Quds û Şerîaya Rojava li dijî siyonistên îşxalker 18 çalakîyên berxwedanê li dar xistin.

Li gorî raporê di 6 mehên ewil a vê salê de bi tevahî 28 îşxalker ji teref berxwedêrên Filistînî ve hatin kuştin.(ÎLKHA)