Ji Melayê bernameyeke mînak

Li navçeya Seyhana Edeneyê ji xwendekarên ku ji Qûrsa Quranê ya Havînê re dihatin re diyarîyên cuda hatin belavkirin.

Ekleme: 10.08.2023 10:40:38 / Güncelleme: 10.08.2023 10:40:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kêfxweşîya zarokan ên ku diyarîyên cuda cuda wek tablet û bisiqletan standin hêjayê dîtinê bûn.

Melayê Mizgefta Hecî Şenel Ozçeteyê Badullah Sarman bi bernameya ku tertîp kir ve ji hemû melayan re bû mînak.

Sarman, bal kişand ku armanca wan pererdekirina nesleke ku bi exlaqa Îlamê hatine exlaqkirin e.

Miftîyê Bajra yê Edeneyê Mehmet Taşçi yê ku beşdarî bernameyê bû jî diyar kir ku bi dawîbûna Qursên Quranê a Havînê di mizgeftan de perwerdehî û hînkirin ew ê dawî nebe…

Sarman di axavtina xwe de weha got, “Hemd ji Xwedê re me micadeleya hînkirina bi hezkirinê da. Wek ku hûn îro jî dibînin em fêkîyên wê distînin. Rebbê min bira pêşî girtina exlaqa Quranê û dûre jî exlaqa Pêxember (eleyhîsselam) bike nisîbê me. Me li vê derê ji xwendekarên xwe yên ku derbasî Quranê bûne re diyarîyên wek, tablet, bisiqlet û dronan belav kir û wan kêfxwaş ki.” (ÎLKHA)