Ukrayna: Di êrîşa li Donetskê de 7 kes mirin, 67 kes birîndar bûn

Wezareta Karên Hindir yê Ukraynayê, daxuyand ku di encama êrîşa Rûsyayê a ku li herêma Donetskê kir de 7 kesan canê xwe ji dest dan, 67 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 08.08.2023 13:40:31 / Güncelleme: 08.08.2023 13:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Karên Hindir yê Ukraynayê, daxuyand ku li bajara Pokrovska herêma Donetskê re êrîş hat kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Derheqê qurbanîyên li Pokrovska di seat 07.00an de; 7 kesan canê xwe ji dest dan. 29 polês, 7 ewlehîyên xelaskirinê û 2 jê zarok tev de 67 kesan jî birîndar bûn. Ji ber tehdîda ku we ê êrîş bi şev jî bidome xebat hatin rawestandin.” (ÎLKHA)