Li Gurcistanê hezaz: 6 mirî, 35 winda

Li herêma Şovî, Raça-Leçkûmî û Kvemo Svanetî ya Gurcistanê di hezaza ku pêk hat de 6 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 04.08.2023 17:35:30 / Güncelleme: 04.08.2023 17:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve ya derheqê bûyerê de hat dayîn de hat diyarkirin ku xebatên ekîba lêgerîn û xilaskirinê ya ku ji 400 kesî pêk dihat li herêmê piştî şimitîna axê ya li Şoyê hat destpêkirin dewam dike.

Hat ragihandin ku di xebatên ku berdewam dikin de bi helîkopteran cenazeyên 6 kesan hatin bidestxistin.

Wezîrê Geşepêdana Herêmî û Binesaziya Gurcistanê Irakli Karseladze der barê rewşa dawî ya herêmê de daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha bi 35 kesên ku tê zanîn li herêma felaketê ne, hevdîtin nehatine kirin. (ÎLKHA)