Di êrîşa kongreya Pakistanê de hejmara kuştiyan derket 56an

Hejmara kesên ku di êrîşa xwekujî ya ku li Kongreya Partiya Ulemayê ya Îslamî (JUI-F) a li wîlayeta Xayber Paxtunxwa ya Pakistanê hat kirin de canê xwe ji dest dan derket 56an.

Ekleme: 01.08.2023 17:55:32 / Güncelleme: 01.08.2023 17:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêma Bajaur a Xayber Paxtunxwa, ji ber êrîşa xwekujî ya li dijî kongreya ku endamên JUI-F di 30ê Tîrmehê de pêk hat de 2 kesên din bi giranî birîndar bûn, bi tevî mirina wan 2 kesan jî hejmara miriyan derket 56an.

Rayedaran ragihandin ku ji kesên di êrîşê de canê xwe ji dest dane 23 zarok in. (ÎLKHA)