Li Entelyayê tir û mînîbûs li hev qelibîn: 2 mirî, 12 birîndar

Li navçeya Alanya ya Entelyayê di encama qezaya mînîbusa gerê û tirê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 30.07.2023 12:55:32 / Güncelleme: 30.07.2023 12:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser rêya Taxa Okurcalara D-400 pêk hat. Hat îdiakirin ku M.O. Mînîbusa gerê ya di bin emrê wî de ji paş ve li tira ku Ü.P bikar dianît xist.

Di qezayê de 2 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn. li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, polês, cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ji teref ekîbên tenduristiyê ve hat diyarkirin, ajokarê mînîbusê û rêbir D.V li cihê qezayê mirin.

Mirovên birîndar jî piştî midexeleya ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyên Elanya û Manavgatê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)