Li herêmên daristanî yên Taxa Kabasakalê ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Ji herêmê re gelek ekîbên îtfaîye, avreşok û wesayît hatin sewqkirin.
Tevî ekîbên Midûriyeta Herêma Mereşê, îtfaiyeyên Şaredariya Bajarê Mezin, cendirme, xelkê herêmê, qoricî û ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên Midûriyeta Bajar a AFADê jî piştgiriyê didin xebatên vemirandinê.
2 kesên di malekê de bûn ji teref ekîbên AFADê ve hatin tehliyekirin.
3 personelên Midûriyeta Herêmê ya Daristanê yên ku beşdarî xebatên vemirandinê bûn ji dûmanê tesîrdar bûn. (ÎLKHA)