Li Mereşê şewata daristanê
Ji şewata ku li navçeya Dulkadiroğlu ya Mereşê pêk hat re midxele tê kirin.
Li herêmên daristanî yên Taxa Kabasakalê ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Ji herêmê re gelek ekîbên îtfaîye, avreşok û wesayît hatin sewqkirin.
Tevî ekîbên Midûriyeta Herêma Mereşê, îtfaiyeyên Şaredariya Bajarê Mezin, cendirme, xelkê herêmê, qoricî û ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên Midûriyeta Bajar a AFADê jî piştgiriyê didin xebatên vemirandinê.
2 kesên di malekê de bûn ji teref ekîbên AFADê ve hatin tehliyekirin.
3 personelên Midûriyeta Herêmê ya Daristanê yên ku beşdarî xebatên vemirandinê bûn ji dûmanê tesîrdar bûn. (ÎLKHA)