Peyamên alim, ûlema û rîspîyan

Ji teref alim, ûlema û rîspîyan ve derheqê êrîşa ku li dijî Serokatîya Bajarê Edeneyê yê HUDA PARê hat kirin de li ser medyaya civakî peyam hatin belavkirin.

Ekleme: 23.07.2023 12:40:30 / Güncelleme: 23.07.2023 12:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mele Enwer Kiliçarslan:

Serokê Bajarê Edeneyê ya HUDA PARê Salih Demîr û Sekreterê Bajarê Sacîd Pişgîn dema ku nimêj dikirin rastî êrîşê hatin. Rehma Xwedê li birayê me Sacid ê ku di êrîşê de şehîd bû ye be, ji malbat û hevrêyên wî re sebrê dixwazim. Ji birayê me yê birîndar Salih re jî şîfayê dixwazim.

Muhammed beşîr Varol:

Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê nû bike, cihê wî cennet bike û şîfa xêrê jî ji xazîyê me re bide. Xwedê sebrê bide malbatên wan. Kujer tu carî bi ser neketin. Her tim di xwîna mesluman de xeniqîne.

Suat Yaşasin:

#Hüdapar li ber xelkê dinyayê sûcdar e, Ji ber ku dilsozê dînê xwe ye, hewl dide ku jiyana xwe bi tevahî li gorî Îslamê ava bike, di vê yekê de bêhiş e, hemû pêşeroja xwe ya dinyayî dike qurban. Dev ji canê xwe, malê xwe, hevjina xwe, karê xwe hemûyan berdide.

Mele Muhammed Ozer:

Ji bo zalimê xunxarî biji cehennem... Şehadeta te piroz be. Bêrayı salih Xweda şifê bêdete.

Mele Beşîr Şîmşek:

Ez şehadeta birayê me yê ku li Edeneyê li ber Xwedê îbadet dikir di encama êrîşeke hovane de canê  xwe ji dest da pîroz dikim. Ji serokê me re şîfayê dixwazim. Serkeftin ji me hemûyan re. Bila zalim bi bîr bînin ku xwîna me ne erzan e.

Mele Abdulquddus Yalçin:

Di secdê de birayê me Sacîd rastî êrîşa dijminên secdê hat. Şehadeta wî pîroz be. Xwedê me ji şerbeta ku birayê me Sacîd vexwar, mehrûm neke. (ÎLKHA)