Ji Wezareta Karên Derve yê Tirkîye ji êrîşa rezîl a ku “Qurana Pîroz” hedef girt re bertek

Wezareta Karên Derve yê Tirkîye weha got, “Em wê êrîşa rezîl a şewitandina Qurana Pîroz ku li ber Balyozxaneya Stockholma Iraqê hat lidarxistin bi tundî lenet dikin.”

Ekleme: 21.07.2023 10:50:30 / Güncelleme: 21.07.2023 10:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat dayîn de weha hat gotin, “Em wê êrîşa rezîl a şewitandina Qurana Pîroz ku li ber Balyozxaneya Stockholma Iraqê hat lidarxistin bi tundî lenet dikin. Piştî êrîşa rezîlane a di 28ê Hezîrana 2023yan de li Stockholmê li ber mizgeftekî hat lidarxistin, bi biryara ku di Konseya Mafên Însan yê Neteweyên Yekbûyî a di 12ê Tîrmeha 2023yan de hatibû girtin de, êrîşên ji Quranê re tên kirin bi nifreta dînî wesifandibû. Em ji Swêdê, mesûlîyetên xwe yên di NY, Teşkîlata Hevkarîyê û Ewlehîya Ewrupayê û Konseya Ewrupayê de heye bi cîh bîne û di çarçoveya mesulîyetên xwe yên navneteweyî de jî bira ji van êrîşên nifret ên li dijî bawermendên bi milyaran û dînê Îslamê re tedbîrên ku ew mirovan nikaribin cardin ev êrîşên rezîl pêk bînin bigre. Tirkîye, bi van welatan re di çarçoveya neyartîya li Îslamê, neyartîya biyanî, nîjadperestî û cudaxwastîyê de ji bo ku bi hev re bixebitin amade ye.” (ÎLKHA)