Swêd, balyozxaneya xwe ya Bexdayê girt

Rayedarên Swêdê, daxuyandin ku ew Balyozxaneya Bexdayê a ku doh êvarê hatibû şewitandin girtin.

Ekleme: 20.07.2023 16:25:36 / Güncelleme: 20.07.2023 16:25:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh êvarê ji ber şewitandina Qurana Pîroz a li Stockholmê komekî êrîşî Balyozxaneya Swêdê a Bexdayê kiribûn.

Komên ku girêdayê Hereketa Sedr yê ku serokê wê Muqteda es-Sedr e, ketin nav avahîya Balyozxaneya Swêdê a Bexdayê û avahîyê şewitandibûn.

Piştî bûyerê ji teref Swêdê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Êrîşkirina li Balyozxaneya li Bexdayê bi tundî nayê qebûlkirin. Hikumeta me, ji bona ku bi rayedarên Iraqê re hevdîtinê bikin di nav temasê de ne.” (ÎLKHA)