Li Rihayê şerê çekdarî: 1 mirî, 6 birîndar

Li navçeya Kanîya Xezalan a Rihayê bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de kesekî canê xwe ji dest da, 6 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 19.07.2023 11:05:32 / Güncelleme: 19.07.2023 11:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li gundê Ekînyaziya Kanîya Xezalan di navbera du malbatên ku ji berê ve di navbera wan de neyartî hebûye de pêk hat.

Di gelemşeya ku kevir, dar û çek hatin şixulandin de A.O. yê 25 salî canê xwe ji dest da, 6 kesan jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Kanîya Xezalan re hatin rakirin.

Cenderme derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)