Li Bêdlîsê ew ê bi plankirî av bê qutkirin

Li Bêdlîsa ku bajareke herî zêde berf dibare ye ji ber zewabûnê li hinek taxan, bi 2 mehî di nav çend seatan de av bê qutkirin.

Ekleme: 19.07.2023 10:40:30 / Güncelleme: 19.07.2023 10:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Midurtîya Xebatxaneya Avê ya Şaredarîya Bêdlîsê ve hat belavkirin de, bal hat kişandin ku ji ber zewabûnê di kehnîyên ava vexwarinê de kêmbûn hatîye dîtin.

Hat îfadekirin ku ji ber ev rewşê ew ê li 6 tax û herêmekî her roj di navbera seat 13.00 û 17.00an de bi plankirî av bê qutkirin.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de weha hat gotin:

“Ji ber zewabûna ku tê jîyankirin di kehnîyên avê de heta pileya depoyê kêmbûn hatîye dîtin. Ji ber vê yekê ew ê nêzê 2 mehan li Gazîbey, Înonu, 8 Agustos, Hersan, Pira Ereb a Taxa Serayê, Şemsî Bêdlîs, herêma Senayîya Nû di navbera seatên 13.00 û 17.00an de bi plankirî av bê qutkirin. Em ji gelê xwe re didin bihîstandin.” (ÎLKHA)