• DOLAR 32.661
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.487
  • ...
Li Bêdlîsê ew ê bi plankirî av bê qutkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Midurtîya Xebatxaneya Avê ya Şaredarîya Bêdlîsê ve hat belavkirin de, bal hat kişandin ku ji ber zewabûnê di kehnîyên ava vexwarinê de kêmbûn hatîye dîtin.

Hat îfadekirin ku ji ber ev rewşê ew ê li 6 tax û herêmekî her roj di navbera seat 13.00 û 17.00an de bi plankirî av bê qutkirin.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de weha hat gotin:

“Ji ber zewabûna ku tê jîyankirin di kehnîyên avê de heta pileya depoyê kêmbûn hatîye dîtin. Ji ber vê yekê ew ê nêzê 2 mehan li Gazîbey, Înonu, 8 Agustos, Hersan, Pira Ereb a Taxa Serayê, Şemsî Bêdlîs, herêma Senayîya Nû di navbera seatên 13.00 û 17.00an de bi plankirî av bê qutkirin. Em ji gelê xwe re didin bihîstandin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir