Rusya ji Tirkîyeyê re balafirên tefandina şewatê şîyand

Rusya, ji bona ku şewatên li daristanê Tirkîyê bên tefandin 2 balafirên tefandina şewatê a ji tîpa Be-200 amfibi şîyand.

Ekleme: 19.07.2023 10:15:30 / Güncelleme: 19.07.2023 10:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Rewşên Lezgîn ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku wan balafirên ku hatine şîyandin ew ê di şewatên ku li Muxla û Îzmîrê pêk hatine de bên şixulandin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Koma Hewayî ya Wezareta Rewşên Lezgîn a Rusyayê, ji bona ku di rewşên xerab de bixebite amade ye. Balafirên ji tîpa Be-200, ji bona ku şewatên bibînin û wan xuyangan jî ji mirovan re bişînin bi qamerayên termal re hatine xemilandin.” (ÎLKHA)