Nêçîrvan Barzanî û Îlham hevdîtinê kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev civiya.

Ekleme: 18.07.2023 16:05:36 / Güncelleme: 18.07.2023 16:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê serdanê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyanîya fermî de weha hat gotin:

“Piştî bi serdaneka fermî gihişte Bakuya, paytexta Azerbaycanê, îro danê nîvro 18.07.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê birêz Îlham Aliyev Serokomarê Azerbaycanê ve li Koşka Komarî bi germî hate pêşwazîkirin.

Di civîneke dostane da her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Azerbaycanê digel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran da kirin, bi taybetî di warên aborî, bazirganî, geştiyarî û enerjîyê da û derfeta veberhênan û sermayerazandina kompanyayên Azerbaycanî li Herêma Kurdistanê û temama Iraqê gotûbêj kirin.

Her wiha tekez li ser girîngiya vekirina konsulxaneya giştî ya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê kirin ku berî niha biryar li ser hatiye dayîn û proseya vekirina wê di paşerojeke nêzîk da temam dibe ku ji bo pêşxistina peywendiyan û hevkariyê hevbeşê her du aliyan kar bike.

Her wiha tedbîrên dawî û pêngavên geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Bakuyê û ji Baku bo Bexdayê û çend navçeyên din yên Iraqê û hêsankirina dayîna vîze û pevguhertina serdan û şandên her du aliyan gotûbêj kirin.

Piştre di civîneke din da ku bi amadebûna şandên her du aliyan û bi beşdariya birêz Karmendê Balyozxaneya Iraqê li Bakuyê hate lidarxistin, kanalên peywendiyê û rêkarên ji bo şopandina mijarên hevdîtinên her du serokan hatin gotûbêjkirin û ji bo pêşxistina têkiliyan biryarên pêwîst girtin.” (ÎLKHA)