Li Koreya Başûr hejmara kesên ku di bin avê de man û mirin derket 37an

Li Cheongjuya bajara Koreya Başûr ji ber barana zêde tunelek di bin avê de mabû û çend kes miribûn.

Ekleme: 17.07.2023 13:09:48 / Güncelleme: 17.07.2023 13:09:48 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara wan kesên ku ji ber bûyerê mirin her ku diçe zêdetir dibe.

Derbarê mijarê de ji teref Qerargaha Tedbîrên Ewlehîyê û Afetê ya Navendî daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber bûyera ku pêk hat hejmara wan kesên ku canê xwe ji dest dan derket 37 kesan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin hêj 10 kes winda ne û tên lêgerîn.(ÎLKHA)