Li Îranê ji ber bahoza qûmê bi sedan kes serî li nexweşxaneyan dan

Hat diyarkirin ku ji ber bahoza qûmê ya li başûrê rojhilatê Îranê 769 kesan serî li nexweşxaneyan dane.

Ekleme: 16.07.2023 11:20:31 / Güncelleme: 16.07.2023 11:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji roja Çarşemê ve bahoza qûmê li wîlayetên Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilatê Îranê bi bandor bûye.

Li gorî medyaya Îranê, berpirsên parêzgehê ragihandine ku 769 kesên ku ji bahozê tesîrdar bûne, hatine rakirine nexweşxaneyan, ji wan 71 kes ji bo dermankirina nexweşiyên bêhn, dil û çavê ku ji ber bahoza qûmê derketiye, rakirine nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku herêmên herî zêde ji bahozên qûmê bandor bûne Zabol, Zehak, Hamûn, Hirmend û Nîmrûz in.

Li aliyê din rayedarên meteorolojiyê hişyarî dan ku wê heta roja yekşemê bahoza dijwar bidome û dibe ku bahoza qûmê jî bi xwe re bîne.

Ji ber bahoza qûmê ya ku di meha tîrmehê de 5 rojan bi bandor bû 833 kes mexdûr bûbûn û 128 kes jî hatibûn rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)