Ji Serokkomar Erdogan peyama 15ê Tîrmehê

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi minasebeta salvegera 15ê Tîrmehê kesên ku di teşebûsa derbeyê da şehîd bûbûn bi rehmetî bi bîr anî.

Ekleme: 15.07.2023 16:50:31 / Güncelleme: 15.07.2023 16:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokkomar Erdogan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got:

“Rehma Xwedê li qehremanên me yên ku di 15ê Tîrmehê de di parastina dewlet, netewe, serxwebûn û îradeya xwe de şehîd ketine be û ji hemû birayên xwe yên ku bi xazîtîyê şerefbûne û rê nedane derbekaran re spasiyên xwe pêşkêşî dikim. 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî pîroz be." (ÎLKHA)