Li Bexdayê li dijî Emrîqayê xwepêşandan

Li herêma Kesk a Bexdayê li ber balyozxaneya Amerîkayê xwepêşandanek li dijî “destwerdanên Amerîkayê di karûbarên navxweyî yên welêt de” hat lidarxistin.

Ekleme: 15.07.2023 15:15:04 / Güncelleme: 15.07.2023 15:15:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Welatiyên Iraqî li herêma Kesk a Bexdayê kom bûn.

Xwepêşanderan siloganên “Ji Amerîkayê re na” qîr kirin û bang li Amerîkayê kirin ku destwerdana karûbarên navxweyî yên vî welatî neke.

Hêzên ewlekarî yên Iraqî, ji ber ku xwepêşanderan gefa girtina balyozxaneya Amerîka, li devera Kesk, tedbîrên ewlekarîyê zêde kirin. Di çarçoveya tedbîran de Herêma Kesk ji trafîkê re hat girtin. (ÎLKHA)