Li Koreya Başûr barînên zêde: 7 mirî

Li Koreya Başûr ji ber barîna barana zêde 7 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 15.07.2023 14:09:39 / Güncelleme: 15.07.2023 14:09:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya welat li hinek bajaran ev bû 3 roj e baraneke tund tesîrdar e.

Di encama bûyerên lehî û hezazên ku ji ber barana zêde pêk hatine heta niha 7 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kesan birîndar bûn û 3 kesan jî winda bûn.

Piştî hilweşîna avahîyeke ku ji ber barana zêde hezaz pêk hat li Nonsanê hilweşîya 2 kesan mirin.

Xeyn ji vêya li navenda bajarê Sejongê jî kesekî ji ber hezîna axê, li bajarê Cheongjuyê jî kesekî ji ber rêya ku hilweşîya canê xwe ji dest dan.

Li herêmên Yeongju û Cheongyangyê xanî hilweşîyan û 3 kesan ji ber ev bûyerê canê xwe ji dest dan.

Xebatên lêgerîna ji 3 kesên winda hêj didome. (ÎLKHA)