Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê Mucahîd: Ji bo li Efxenistanê îstîqrara mayînde çêbibe lazimatî ji yekîtîyê re heye

Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd, got heta ku di navbera xelkê Efxenistanê de yekîtî tinebe îstîqrara mayînî peyde nabe.

Ekleme: 14.07.2023 17:30:32 / Güncelleme: 14.07.2023 17:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mucahîdê ku li wîlayeta Heratê zîyaretên xwe didomîne, bal kişand ku ji bona ku li welat îstîqrara mayînî çêbibe û pirsgirêkan bên çareserkirin divê minasebetên di navbera komên nav Efxenistanê de berdewam bibe.

Mucahîdê ku di bernameyekî ku gelek rayedar beşdarî bûn de axivî, got ku Emîrtîya Îslamê, ji bona ku gelên cuda yên nîjadî ên li ser axên Efxenistanê dijîn bên cem hev dixebite, yekîtîya Efxenistanê meseleyeke muhîm e, ji bona ku hemû pirsgirêk bên çareserkirin divê yekîtî hebe.

Mucahîd weha got, “Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, ji bona ku siberojekî baş û refeh temelan davêje, encax divê gel jî bi hikumeta demborî re mil bidin hev. Ji bona ku rewşa aborî ya welatê baş bikin em ê ji sektora teybet, veberdêr û karsazan re alîkarîyê bidin.

Hêna jî di pêşîya pêşveçûna Efxenistanê de hinek asteng hene. Ji navberên aborî alîkarîya derve nayê standin û bireveberîya welat tenê bi qezencên nav welat tê fînansekirin. Dawîbûna îşxalê jî ji bo refah, başbûn û rabûna welat firsedek e.” (ÎLKHA)