Ji Yapicioglu, ji bo Seyyîd Abdulbaqî el-Huseynî peyama sersaxîyê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo Xoceefendî Seyyîd Abdulbaqî el-Huseynîyê ku li Stenbolê wefat kir peyameke sersaxîyê belav kir.

Ekleme: 13.07.2023 10:15:29 / Güncelleme: 13.07.2023 10:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî ji bo Xoceefendî Seyyîd Abdulbaqî el-Huseynîyê serokê cemaaeta Menzîlê ku li Stenbolê di nexweşxaneya ku tedawîyê didît de rehmet kir peyamek weşand.

Yapicioglu, di peyama xwe de weha got:

“Ez xebera wefata Seyyîd Abdulbaqî el-Huseynîyê ji alimên bi qedir û bi qîmet yê welatê me ku di fealîyetên perwerdehî û îrşadê de xizmetên wî yên gelek muhîm hene bi xemgînî hîn bûme. Xwedê bira bi rehma xwe jê re miameleyê bike. Ji nezên wî, telebeyên wî û hezkirîyên wî re sebrê û jîyanekî bi xêr daxwaz dikim.” (ÎLKHA)