Li Stenbolê êrîşa çekdar: 4 mirî 2 birîndar

Di encama êrîşa çekdarî ya ku li Pendîka Stenbolê hat lidarxistin de 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 09.07.2023 10:25:33 / Güncelleme: 09.07.2023 10:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Pendîka Stenbolê di navbera ferdên malbatekê de ji ber lihevnekirina mîrasê pevçûn derket.  Di dema pevçûnê de yekî damençeya di ber xwe da bi kar anî û êrîş bir li ser wan kesên din.

Di encama êrîşê de 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Kesê êrîşkar ji teref polêsan ve hat binçavkirin û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)