Li Çînê di lehîyan de 15 kes mirin

Li bajara Chongqingaya Çînê lehîyên ji ber baranên zêde pêk hatin bûn sedema mirina 15 kesan, 4 kes jî winda bûn.

Ekleme: 06.07.2023 10:05:31 / Güncelleme: 06.07.2023 10:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ev bû çend roje li başûrê Chongqingaya Çînê baraneke dijwar dibare, ji ber baranan lehî pêk hatin.

Rayedaran diyar kirin, di bajara ku 30 milyon nifûsa wê hebû de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî winda bûn.

Bi deh hezaran mirov jî ji xanîyên xwe hatin tehlîyekirin, mirovên ku di kolan û ceddeyan de asê man jî bi kelekan hatin xelaskirin.

Xanîyekî a li bajara Chongqingyê jî ji ber lehîyê xera bû.

Li wîlayeta Sîchuanê jî ji baranên ku barîya 460 hezarî zêdetir mirov tesîrdar bûn. (ÎLKHA)