Gola Heyranê bi xweşikahîya xwe mêvanên xwe bi xwe ve dikşîne

Gola Heyranê ya ku li navçeya Zêtkaya Agirîyê ye, di her demsalê de bi xweşikahîya xwe mêvanên xwe ji xwe re heyrî dihêle.

Ekleme: 04.07.2023 14:45:10 / Güncelleme: 04.07.2023 14:45:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gola Heyranê, ji navenda Agirîyê re 58 kîlometre, ji navçeya Zêtkayê re jî 25 kîlometre dûre û li gundê Heyrangolê ye.

Gol, di baharê de bi tevî helandina berfê û vekirina çîçekên reng bi rengan devê mirovan ji xwe re vekirî dihêle, xweşikayîya wê ya Payîzê jî wek baharê xemilandîye.

Ev Gola Heyranê ya ku salik dozdeh meh bi xweşîkahîya xwe ya cuda û bi bilindahîya xwe ji teref hezkirîyên tebîatê ve tê zîyaretkirin.

Li derdorê golê gul û çîçekên rengûreng, aveke paqij û asîmanekî bêhnfireh hene.

Hezkirîyên tebîatê yên ku cara yekem tênê Golê diyar kirin ku bira hemû kes werin vê xweşikahîyê bibînin.

“Bi tebîeta xwe, hênkahîya xwe û hewaya xwe goleke gelek xweşik e”

Omer Faruk Gokhanê ku ji zîyaretvanê golê ye weha got, “Em wek hezkirîyên tebîetê, hatine Gola Heyran a ku li navçeya Zêtkayê ye. Em ji bona ku van deran bibînin û bigerin hatine li vê derê. Em ji welatîyên xwe re tewsîye dikin ku bira werin li vê derê û ji xwe re di nav vê tebîatê de bigerin. Bi rastî jî ev der bi tebîeta xwe, hênkahîya xwe û hewaya xwe goleke gelek xweşik e.”

“Ez cara yekem e têmê li vê derê, cîheke gelek xweşik e”

Mehmet Nogayê ku ew cara yekem e hatîye Golê fikr û ramanên xwe weha îfade kir, “Ez li vê derê berê nizanibûn cara yekem e têmê. Bira bi hewaya li vê derê be, hêşînahîya li vê derê be, tepik û ava wî be gelek xweşik e. Cîhekî dûr nîne, nêze. Dema ku em di binê daran da rûdinên an jî dimeşin xwe gelek bi hizûr hîsdikin. Tiştên ku em li vê derê dikin, çaya ku em vedixwin lezzeta wî cuda ye. Em gelek kêfxweş bûn. Gelek însan li vê derê nizanin ez tewsîye dikim ku bira hemû kes werin û li vê derê bibînin.”

“Me li derdorê avê fotoxrafên xweşik kişand”

Yusuf Gokhan, “Em bi tevî hevalên xwe yên ku hatine li vê derê derdorê golê gerîyan. Me li van deran keşifan kir. Li derdorê avê fotoxrafên xweşik kişand.” (ÎLKHA)