Li Entabê şerê bi çek: 3 mirî û 2 birîndar

Li Taxa Nurtepeya navçeya Şehîtkamîla Entabê di navbera du malbatan de nîqaş derket bi çekan şer kirin, di encama şerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan 2 kesan jî giran birîndar bûn.

Ekleme: 03.07.2023 13:45:31 / Güncelleme: 03.07.2023 13:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Taxa Nurtepeya navçeya Şehîtkamîlê di navbera du malbatên neyar de pêk hat.

Li gorî îddîayan di navbera ferdên du malbatên ku ji berê ve di navbera wan de neyartî hebûye de nîqaş derket, dûre bi derxistine çekan ew nîqaş ji şerê re vegerîya.

Di encama şerê bi çek de İzzet K. (40), Selman Ç. (32) û Şahin E. (23) li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan. 2 kesên ku navên wan nehatin hînbûn jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, piştî midexeleya ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Di taxê de ji ber sedema şerê ewlehîyeke mezin hat girtin.

Derheqê bûyerê de tehqîqatake mezin hat destpêkirin. (ÎLKHA)