Li Şirnexê di navbera du malbatan de şer derket: 1 mirî, 2 birîndar

Li Şirnexê di şerê ku di navbera 2 malbatan ji ber hisûmeta berî niha derket de 1 kesî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 01.07.2023 09:40:31 / Güncelleme: 01.07.2023 09:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li navçeya Cizîrê, li Taxa Nur pêk hat.

Di navbera her du malbatên ku hat ragihandin ku neyartiya wan heye û hat hînbûn ku zarokên mamê hev in de, ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Di bûyera ku bû şerê çekdarî de 3 kes birîndar bûn.

Yek ji birîndarên ku hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tevî temamê mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Polîsan li derdora nexweşxaneyê û taxan tedbîrên ewlehiyê girtin. (ÎLKHA)