Ji teref wezareta tenduristîyê ve ji 81 bajaran re nivîsa sorikê

Ji bo 81 bajaran îqaza sorikê hat dayîn.

Ekleme: 27.06.2023 15:40:30 / Güncelleme: 27.06.2023 15:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber ku hejmara kesên ku bi sorikê dikevin her ku diçe zêde dibe, wezareta Tenduristîyê dest bi xebatê kir, wezaretê ji temamê walîtîyan re nivîs şand. Di nivîsê de hat gotin ku bila tedbîr bên girtin.

Bi îmzeya prof. Dr. Sedat kaygusuzê midûrê giştî yê tenduristîya gel ê wezareta tenduristîyê di 19ê Hezîranê de ji walîtîyan re nivîsek bi mijara “bernameya sorikê” hat şandin.

Di nivîsa ku hat şandin de bal hat kişandin li ser kêmbûna lêxistina derzîya sorikê û belavbûna sorikê ya li temamê cîhanê.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin di salên 2022 û 2023yan de li seranserê cîhanê sorik her ku diçe zêde dibe ku ev yek dibe ku di salên pêş de ji bo temamê dinyayê bibe tehdîdeke mezin.

Di nivîsê de her wisa bal hat kişandin li ser nexweşîya sorikê a li welêt û hat diyarkirin li welêt jî her ku diçe sorik zêde dibe û ji bo vê yekê divê tedbîrên lazim bên girtin. (ÎLKHA)