Li Pakistanê brûsk li xanî xist: 10 mirî 6 birîndar

Li wîlayeta Pencapa Pakistanê brûsk li xanî xist, di encama bûyerê de 10 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 26.06.2023 14:25:28 / Güncelleme: 26.06.2023 14:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xebera ku ji Rescue 1122 ya sazîya xelaskirin û lêgerîna girêdayê Dewletê hatine bidestxistin, li navçeyên Şeyhupura û Narowala Pencapê bi tevî baranên tund brûsk li xanîyek xist.

Di encama xistina brûskê de heta niha 10 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kesan jî birîndar bûn.

Ekîbên ku birîndaran rakirin nexweşxaneyên derdorê, ji bona rewşeke xerab yên dibe pêk bê di elarma bilind de disekinin.

Rayedaran, diyar kirin ku li giştîyê welat heta 30ê Hezîranê ba yên tund û baranên tund dibe ku tesîrdar be.

Havîna parîn, li Pakistanê ji ber lehîyan 1.739 kesan canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)