Belgeya neyartîya PKKê ya Îslamê: Qetlîama Susa

Di tarîxa 26ê Hezîranê sala 1992yan de 10 Misilman li gundê Susayê ya li navçeya Farqîna Dîyarbekir ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 26.06.2023 11:55:29 / Güncelleme: 26.06.2023 11:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

PKKyê ku di 26ê Hezîranê sala 1992yan de derheqê Misilmanên ku li Mizgefta gundê Susayê dersa sîyerê û Quranê digirtin de planeke bêbextî kir, bi cilê leşkerên dewleta Tirkîye girtine ser Mizgeftê û 10 mezluman qetil kir, 5 kesan jî birîndar kir. Digel 31 salê ku li ser wê qetlîamê derbas bûn hê jî kûla wê rojê nayê jibîrkirin û di salvegera şehadeta wan de qatilên wan bi lenet, şehîdan jî bi rehmetê tên yadkirin.

Em îro qala êrîşeke 31 sal berê yê ku ji teref rêxistinekî yê ku neyartîya xwe li ser mizgeftan dike, herbê li bawerîya xelqê dike û zirarê jî xeyn ji xelqê xwe re ji tu kesê re nake, ‘eslê xwe li ser neyartîya ol û oldarîyê avakirîye û piyonîyê ji planên hêzên derve yên ku li herêmê dike re dike ve dikin.

Van mirovan di tarîxa 26ê Hezîranê sala 1992yan de li gundê Susaya ku girêdayê Farqînêye bi tevî mîlîsên ku alîkarîyê ji wan re dikin bi planeke şeytanî cilên leşkerên dewleta Tirkîye li xwe dikin û xwe digrin li ser mizgeftê. Di dema ku Misilmanan piştî nimêja ‘eşayê li mizgeftê dersa sîyarê yanê heyata pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) hîn dibin dora mizgeftê dorpêç dikin û wan Misilmanên xweşik derdixin derve.

“Ev herb herba heq û batil, rast û xelatîyê ye”

Van qatilên ku li ser ferqkirina Misilmanan ku ji solê wan ferq kirine ku ew ne leşkerin tirs di wan de çêbû û gule li ser Misilmanên ku li wê derê ne weşandin û wan şehîd kirin. Di encamê de 10 mirovên bijartî tênê şehîdkirin, 5 Misilman jî birîndar dibin. Van mîlîsan eqrebeyên wan mirovên ku hatine şehîdkirin in. Dilê wan bi wehşetekî û bi neyartîyekî û bi kînbazîyekî tijî bûye ku nehêştine bila birîndaran jî bibin nexweşxaneyê.

Dema ku em li dîroka Îslamê binhêrin em ê bibînin ku ev hereket ji teref kafir û neyarên Îslamê ve hatîye kirin û ev hereket jî di dîroka Îslamê de ne yê ‘ewil e û ne jî ew ê yê dawîn bibe. Em meseleyeke wek vê meseleyê nêzê 200 sal an jî 250 sal berîya Pêxemberê me li Yemenê di eshabî Uhdud ku ew bawerî anîtine û ji ber vê yekê bi saxîti hatine avêtin hendekên ku tê de agir heye de dibînin. Dîsa Em li Filistînê roja ‘îdê di Qetlîama El-Xelîlê de şahid dibin. Piştî vê meseleyê jî ew ê van qetlîaman çêbibin. Çîmkî ev herb herba heq û batil, rast û xelatîyê ye. Elbet van însanên ku tugyanîyê dikin, ev ê li gorî gotinên şeytan hereket bikin û li herêmên ku li wê derê dimînin jî ew ê dengên xeyn ji dengê xwe dengekî jî qebûl nekin û nakin jî. Em Misilmanan, me bawerî li Xwedê, Resulê Xwedê û axiretê anîtîye û wê medenîyeta Îslamê ya ku Xwedê Teala ji me dixwaze ku him li herêma ku em li wê derê dijîn û him jî li ser êrda cîhanê bê hakimkirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber vê yekê kuştina me yê di mizgeftan de, şewitandina Quranan û xirakirina mizgeftan tu dem ew ê me sewqê bêhêvîtî û sistayîyê neke. Mixabin lazim e ku van hereketan û van êrîşan cehdê me zêde bike.

“Hemû ezîyet, zilm û kuştinên ku tên kirin bi tenê micadeleya me û evîna me ya şehadetê zêde dike”

Xwedê Teala tewrekî ku li hember van tiştan em çawa nîşan bidin ji mer e daye nîşandan. Di herba Hendek û Ehzabê de gelek, hîzîp, ‘eşîret û qewm êrîşê Medîneyê dikin. Muhacîrên li Medîneyê jî, ap, xal, met û birayên wan kesên ku êrîş dikirin bûn. Wan însanên ku di hindir de bûn û ji nûra Îslamê aciz bûbûn û hemû armancê wan û tiştên wan jî mal û milkê dinyayê bûn jî hatin cem Misilmanan û ji hinek Misilmanan re weha gotin, ‘binhêrin neyarên we artêşeke mezin kom kirine û ji bona ku we ji rûyê ‘erdê rakin tênê li vê derê.’ Wa wê bersiva wan Misilmanan jî Xwedê Teala di Quranê de qal kirîye û heta roja qîyametê jî ew ji me re rêber e. Dema ku ji wan re hat gotin ku neyarên we bi qewetî kom bûne û ji bona ku we ji rûyê ‘erdê rakin tênê li vê der ê ew jî ji wan re vê gotinê tenê gotin, ‘Wa ev, heqîqata ku Xwedê û Resûlê Xwedê ji me re we’ed kiribû ye. Xwedê û Resûlê Xwedê ger ku we’d kiribe ev rast e.’ Ev gotin xeyn zêdekirina îmanên wan ji tişkî re jî kar nehat.

Ji ber vê yekê Hemû ezîyet, zilm û kuştinên ku tên kirin bi tenê dibe sebeba zêdekirina micadeleya me û evînîya me yê şehadetê. Ji ber vê yekê ji hemû Misilmanan re, hemû kesên ku de’wa wê û derdê wê Îslame re bi navê Platforma Karwana Şehîdan banga me ev e ku tewrê me yê li hember van zilm, êrîş û qetlîaman wek tewrê eshabîyên ku nîşan dane û hemêzandina wê de’wê ya bi cehdê bibe ye. (ÎLKHA)