Li Hondurasê di girtîgeha pîrekan de pevçûn: 41 mirî

Di pevçûnên ku li Hondurasê di girtîgeha pîrekan de derket de 41 mehkûm canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 21.06.2023 09:50:35 / Güncelleme: 21.06.2023 09:50:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di navbera endamên çeteyên di girtîgeha pîrekan a ku li nêzê Tegucigalpaya paytexta Hondurasê ye de pevçûn pêk hat.

Çend mehkûm di encama pevçûnan de, endamên çeteyên dinê kirin nav odeyekî û derî li ser wan mifte kirin û agir avêtin odeyê.

Di bûyeran de 25 pîrek bi şewatê, 16 pîrek jî bi çekan hatin kuştin. 5 pîrekên ku di pevçûnan de birîndar bûn jî ji Nexwaşxaneya Escuelayê re hatin sewqkirin.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin tê texmînkirin mirovên ku mirine endamê çeteya Mara Salvatruchayê ne, êrîş jî ji teref 18 endamên çeteyê Barrioyê ve hatîye kirin.

Hat destnîşankirin ku di girtîgehê de nêzê 900 mehkûm hebûne.

Khulissa Villanuevayê Alîkarê Wezîrê Ewlehî ya Hondurasê ragihand, di girgîhetê de ji bona ku îsyanê serkut bikin bi tevî polêsan artêş jî hatîye wezîfedarkirin. (ÎLKHA)