Li Wanê bi dar û keviran şer: 7 birîndar

Li navçeya Miksa Wanê di navbera du koman de bi dar û keviran şer derket, 7 kes birîndar bûn.

Ekleme: 18.06.2023 15:25:31 / Güncelleme: 18.06.2023 15:25:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şer, di navbera şênîyên Altindere û Cevîzlîbelenê de derket. Li gorî îddîayan, di navbera şênîyên taxan de ji ber zozanan nerazîbûn hebûye û ji ber vê yekê şer derket.

Di şerê ku kevir û dar hatin bikaranîn de 7 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 5 kes bi helîkopteran ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Herêma Wanê re hatin sewqkirin.

Ekîbên cendermeyê, li taxan tedbîrên ewlehîyeke mezin girtin. (ÎLKHA)