Xwendekarên ku ketin îmtîhana YKSê hêstrên xwe parve kirin

Xwendekarên Rihayê ên ku ketin rûniştina duyemîn a YKSyê,  gotin ku îmtîhan îmtîhaneke dawîtinê bû û pirsên zor hebûn.

Ekleme: 18.06.2023 15:15:33 / Güncelleme: 18.06.2023 15:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Tirkîyê bi milyonan xwendekar ji bona ku bikevin zanîngehê îro ketin rûniştina duyemîn a YKSyê.

Ji bona ku xwendekar îmtîhaneke baş û serfiraz derbas bikin malbatên wan ji bexçeyên dibistanê hatin derxistin.

Rûniştina duyemîn a AYT ya YKSyê bi dawî bû.

Namzedên ku ketin rûniştina duyemîn, derheqê îmtîhanê de ji ÎLKHAyê re axivîn.

“Li gorî doh îmtîhanekî zor bû”

Abdulbakî Yaşar diyar kir ku pirsên fîzîkê zor bûn, “Îmtîhan hinek zor bû. Mirovan dikir nav xilafîyê. Li gorî doh îmtîhanekî zor bû. Îmtîhana doh li gorî îro baştir bû. Di alîyê sayisalê de pirsên beşa fîzîkê gelek zor bû. Û di matematîkê de jî pirsên zor hebûn.”

“Di alîyê sozelê de beşa edebîyatê zehmet bû”

Berkan Kadîr Altunê ku pirsên edebîyatê zor dît jî weha axivî, “Îmtîhana mîn baş bû. Ji xwe ez sala borî ketibûm zanîngehê. Îsal jî ji bona ku xwe biceribînin ketibûm îmtîhanê. Îmtîhan li gorî sala parîn gelek hêsan bû. Sala borîn pirsên zor û zehmet hebûn. Di alîyê sozelêde pirsên beşa edebîyatê zorbûn.”

“Îmtîhan îmtîhanekî dawitîn bû”

Zelîha Akilli Çîftçîya ku destnîşan kir îmtîhan îmtîhanekî dawitîn bû weha axivî, “Dema ku em li giştî lê binhêrin îmtîhan îmtîhanekî zor nebû lê taybetmendîyên ku mirovan ji hev cuda dike hebûn. Îmtîhan îmtîhanekî dawitîn bû. Li gorî îmtîhana doh em dikarin bibêjin hinek zor bû. Li gorî sala parîn jî em dikarin bibêjin îmtîhana îsal di cudakirinê de hinekî dinê jî dawitî bû.”

“Ez di Tirkî de nikaribûm tiştek bikirana”

Gulcan Aslan weha axivî, “Îmtîhana min qet xweş derbas nebû. Tu hêvîya min tuneye, min sebir nekir ku ez derkevim derve. Ez di tirkî de nikaribûm tiştek bikarana. Pirsên wisa bûn ku mirov nizanibûna nikaribû çêkira. Armanca min sala hatî ye. TYT ji vêya gelek baştir bû.” (ÎLKHA)