Muameleya li hember xwendekaran divê çawa be

Psîkolog Yasîr Atalay ji dê û bavan re di warê muameleya li hember zarokan de tewsîyeyan kir.

Ekleme: 17.06.2023 17:50:31 / Güncelleme: 17.06.2023 17:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi tatîlbûna mekteban xwendekaran qarneyên xwe standin û dest bi tatîlê kirin. lê ji ber ku qarneya hinek xwendekaran dibe ku nebaş be ji vê yekê psîkologan di vî warî de dê û bavan îqaz kirin.

Digel tatîlbûna mekteban û standina qarneyan îqaz û hişyarîyên ku ji teref psîkologan ve li dê û bavan tê kirin hêj berdewam dike.

Psîkolog Yasîr Atalay di vî warî de  dê û bavan îqaz kir û got: Dibe ku dersên xwendekaran nebaş be. Di vî warî de dê û bavê wî xwendekarî bi dîqqet be û haya xwe ji gotinên xwe û muameleya li hember zarokê xwe bike. Divê ew dê û bav gotinên ku dilê wî biêhêle li hember zarokê xwe bi kar neyênin û pêre muameleke nebaş nekin. Lewra ev tev dibin ku bibe sebeb ew zarok bikeve depresyonê. Her wisa lazim dê û bav zarokên xwe bi zarokên din an jî bi hevalên wî re muqayese nekin.(ÎLKHA)