Derheqê mirina 79 koçberan de 9 kes hatin binçavkirin

Derheqê facîaya koçberan a ku heta niha 79 kes li Nîv Girava Moraya Yewnanistanê de canê xwe ji dest dane 9 kes hatin binçavkirin.

Ekleme: 16.06.2023 10:09:47 / Güncelleme: 16.06.2023 10:09:47 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di nav keleka masîvanan a ku li Nîv Girava Moraya Yewnanistanê bin av bûbû de 79 koçber canê xwe ji dest dabûn, 104 kesan jî hatibûn xelaskirin.

Derheqê facîaya koçberan de 9 kes hatin binçavkirin.

Hat destnîşankirin mirovên ku hatine binçavkirin welatîyê Misirê ne.

Tê destnîşankirin wan Misirîyan bi sûcdarîya sazkirina rêxistineke sûc û qaçaxçîtîya nefermî a koçberan tên sûcdarkirin, hat ragihandin ku şofêrê kelekê jî di facîayê de canê xwe ji dest da.

Hat îfadekirin ku kelek ji Misirê bi rê ketîya, demeke kin li herêma Tobruka Lîbyayê sekinîye û li alîyê Îtalyayê çûye. (ÎLKHA)