• DOLAR 32.688
  • EURO 35.113
  • ALTIN 2447.019
  • ...
Derheqê mirina 79 koçberan de 9 kes hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di nav keleka masîvanan a ku li Nîv Girava Moraya Yewnanistanê bin av bûbû de 79 koçber canê xwe ji dest dabûn, 104 kesan jî hatibûn xelaskirin.

Derheqê facîaya koçberan de 9 kes hatin binçavkirin.

Hat destnîşankirin mirovên ku hatine binçavkirin welatîyê Misirê ne.

Tê destnîşankirin wan Misirîyan bi sûcdarîya sazkirina rêxistineke sûc û qaçaxçîtîya nefermî a koçberan tên sûcdarkirin, hat ragihandin ku şofêrê kelekê jî di facîayê de canê xwe ji dest da.

Hat îfadekirin ku kelek ji Misirê bi rê ketîya, demeke kin li herêma Tobruka Lîbyayê sekinîye û li alîyê Îtalyayê çûye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir