Ji bo 19 mîlyon xwendekaran betlaneya havînê îro dest pê kir

Nêzî 19 milyon xwendekarên pêşdibistanê, seretayî û navîn ên li Tirkiyeyê îro dê qerneyan bistînin û bikevin betlaneya havînê.

Ekleme: 16.06.2023 09:40:30 / Güncelleme: 16.06.2023 09:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nêzî 19 milyon xwendekar li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) îro di 16ê Hezîranê roja Înê qerneyên xwe bistînin û bikevin betlaneya havînê.

Sersala yekem di 14-18 Mijdar 2022 de, û nîvsala duyemîn di 17-20 Nîsana 2023 de hate kirin. Serdema duyemîn ku di 6ê Sibata 2023an de dest pê kiribû, dê 16ê Hezîrana 2023an diqede.

Her wiha ji bo xwendekaran li 10 parêzgehên ku ji ber erdheja Mereşê demekê perwerde lê hat qutkirin dê ji 1ê Tebaxê heta 1ê Îlonê bernameyên telafîyê bên tetbîqkirin. (ÎLKHA)